Li Moskowayê Otonomiya Kurdan a Federal Kongreya xwe li dar xist

Li Rûsyayê Otonomiya Çandî, Neteweyî û Federal a Kurdan bi tevlêbûna 50 delegeyan kongreya xwe ya 8’emîn li dar xist.

Li Rûsyayê Otonomiya Çandî, Neteweyî û Federal a Kurdan bi tevlêbûna 50 delegeyan kongreya xwe ya 8’emîn li dar xist. Ji bajarên Krasnodar, Saratov, Tambov, Nîjnî, Novgorod, Kirim, Soçî, Stavrapol, Yarosloavl û Komara Xweser a Adigeyê gelek delege beşdar bûn.

Ji xeynî nûnerên saziyên Kurdan Meclîsa Gel a Moskowayê, Mala Gelan a Moskowayê û Seroka Departmana Siyaseta Neteweyî ya Daîreya Serokatiya Dewleta Rûsyayê Tatyana Vagîna, Endamê Konseya Têkiliyên di navbera Gelan de ê Serokatiya Dewleta Rûsyayê Gûlyavra Kûtsenko û nûnerên saziyên Kurdan ê li Moskowayê amade bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Otonomiya Çandî û Neteweyî ya Federal a Kurdan a Rûsyayê Ferhat Patîyev hate kirin.

‘LI SER KURDAN QIRKIRINA ÇANDÊ HEYE’

Patîyev got ku, “Di vê kongreyê de em ê xebatên du salên dawîn binirxînin. Li Kurdistanê tiştên girîng pêk hatin. Trajediyên Kobanê û Şengalê pêk hatin. Em Kurdên li Rûsyayê, me jî hewl da em piştgiriya vê têkoşînê bikin.

Niha li ser Kurdan qirkirineke çandî heye. Ji ber vê jî divê em çand û zimanê xwe biparêzin.

Di heman demê de nûnerên saziyên kêmneteweyên din ên li Rûsyayê beşdar bûn. Têkiliyên me bi van saziyan re heye.

Piştre ew ê kongreya me hevserokên xwe yên otonomiyê hilbijêrin. Pê re jî wê komîte werin diyarkirin û karbeşî were kirin.”

Seroka Departmana Siyaseta Neteweyî ya Daîreya Serokatiya Dewleta Rûsyayê Tatyana Vagîna kongre silav kir û bi kurtasî got ku, “Li Federasyona Rûsyayê 93 netewe dijîn. Ev hemû dewlemendî ye. Her nasnameyek tevkariyeke zêde li çanda Rûsyayê dike. Kombûna li vê derê me kêfxweş dike. Hêvîdar im xebatên bi vî rengî her dem bidome.”

Piştî axaftina mêvanan rapora çalakiyan a du salan hate xwendin û delegeyan rapor nirxandin.

DIVÊ XEBATÊN LI SER KURDAN EM BÊTIR BI PÊŞ VE BIBIN

Endamê KNK’ê yê Rûsyayê Feyzo Huseyîn: “Li Adigeyê 5 hezar Kurd dijîn. Em tevlî hemû çalakiyên çandî dibin. Çapemeniya Rûsyayê eleqeyeke germ nîşan dide. Di heman demê de li vê derê hemû gel bi hev re dijîn û çanda xwe pêşkêş dikin. Destûra Bingehîn a Rûsyayê mafên baş dide me, divê em van tiştan baş binirxînin.”

‘EM DEYNDARÊ OCALAN IN’

Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Cankoy a Kirimê Mûhammed Seferoglû: “Otonomiya me ya Cankoyê di sala 2015’an de ava bû. Têkiliya me bi hikumeta herêmê re baş e. Ji salên 1990’î û vir ve em li Kirimê dijîn. Bi saya Ocalan me Kurdbûna xwe nas kir. Kurd roj bi roj di qada navneteweyî de û li herêmê tên naskirin. Kurd wê aştî û demokrasiyê bînin Rojhilata Navîn.”

‘ME JI RÊBERTIYA XWE HÊZ STEND’

Serokê Otonomiya Çanda Kurdan a Krosnakûtê Ramazan Bûdakov: “Li herêma me kêşeyên çûn û hatinê hene. Ji ber ku qadeke berfireh e û gelê me li herêmên cihê bi cih bîne. Di rêveberiya herêma Krasnakûtê de nûnerên Kurdan jî hene. Ev awantajeke baş e lê beriya her tiştî rêxistinbûn hewce ye. Ocalan rêxistinbûn nîşanî Kurdên li vê herêmê da. Me her dem ji Rêbertiya xwe hêz wergirt.”

EM DIXWAZIN RÛSYA DERFETÊN ZÊDE BIDE ME

Serokê Otonomiya Çanda Kurdan a Nîjnîy Novgorodê Vlademîr Simoyan: “Bi saya Ocalan em hatin van rojan. Fikrên Ocalan Êzidî rizgar kir. Em Êzidiyên li vê derê deydarî Ocalan in. Bi saya Ocalan me nasnameya xwe qezenc kir. Rûsya dengê xwe ji Kurdan re nake lê zêde derfetan jî nade me. Em dixwazin Rûsya zêdetir bi alîkariya Kurdan ve were.”

DI HEMÛ ÇALAKIYAN DE DIVÊ JIN ÇALAKTIR BE

Hevseroka Otonomiya Çanda Kurdan a Adigeyê Sînem Broyeva: “Em jin tevlî hemû çalakiyên li qada xwe dibin. Adigey Kurdistana Sor e. Nasnameya Kurdistanî li vê derê gelekî diyarker e. Xebatên Çandî yên li vê derê gelekî girîng e. Li Adigeyê jin pêşengtiyê dikin.”

DIVÊ EM DERSÊ JI ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê DERXÎNIN

Endamê Komîteya Êzidiyan ê Ermenistanê Şêx Tahir: “Barzanî bi hezaran jinên ciwan teslîmî DAÎŞ’ê kir. Ji ber vê jî feraseta PDK’ê ji ya DAÎŞ’ê xerabtir e. Divê em li qada xwe li ser rêxistinbûnê bisekinin. Li cîhanê li her derê prestîja Kurdan zêdetir bûye.”

Piştî axaftinan kongre bi rojeva hilbijartinê domiya. Ji bo hevserokatiyê jî Ferhat Patîyev û Liyana Simoyan hate hilbijartin. Piştî hilbijartina hevserokan ji bo heft komîteyan hevserok û endam hatin hilbijartin.

Ev komîte hatin avakirin: Dîplomasî, Perwerdehî, Ekonomî û Fînans, Çapemenî û Ragihandin, Jin, Çand û Huner, Ciwan û Werzîş. Di heman demê de ji endamên her komîteyekê Komîteya Rêbertiyê hate hilbijartin.