Li Moskowayê Komxebata Kurdan hate lidarxistin
Li Moskowayê ya ku paytexta Federasyona Rûsyayê ye, bi pêşengiya KNK’ê Komxebata Kurdan hate lidarxistin.
Li Moskowayê ya ku paytexta Federasyona Rûsyayê ye, bi pêşengiya KNK’ê Komxebata Kurdan hate lidarxistin.
Komxebata li Civaka Dewletên Serbixwe ya ku ji bo pêşxebata civandina Kongreya Neteweyî ya Kurdan a ku KNK li dar dixe, li Federasyona Rûsyayê li Moskowayê li hev civiya.
Komxebata ku Komîteya Karên Derve ya Rûsyayê û Komîteya Rûsyayê ya KNK’ê ev komxebat organîze kir û ji xeynî nûnerên ji Ermenistan, Kazakistan, Ûkrayna, Gurcistan, Kirgizistanê ji bajarên cihê yên Rûsyayê nêzî pêncî delege jî beşdarî komxebatê bûn.
Axaftina destpêka komxebatê ji aliyê Endamê Komîteya Karên Derve yê KNK’ê Selahattîn Soro hate kirin. Soro di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan û got, “Wekî ku tê zanîn li Başûrê Kurdistanê, Ewrûpa û Rojava di bin banê KNK’ê de komxebat hatin kirin. Duh jî li Rojava komxebata neteweyî ya jinan hate kirin. Li Rûsyayê jî li ser vê çarçoveyê jin kom bûn û hin biryar hatin dayîn.
Bi pêşniyaza rêbertiya me KNK di sala 1999’an de hate avakirin û gelek sal in xebatên yekîtiya neteweyî didomîne û li ser vî esasî gelek sazîbûn hatin avakirin.”
Soro di dawiya axaftina xwe de li ser rojeva Başûrê Kurdistan, Şengal û Rojava sekinî û pêşveçûnên Li van deran nirxand.
Komxebat bi nîqaşên delegeyan didome.