Li Moskowayê Komxebata Kurdan bi dawî bû

Komxebata Kurdan bi dawî bû ya ku bi pêşengiya KNK’ê li Federasyona Rûsyayê li Moskowayê hate lidarxistin.

Komxebata Kurdan bi dawî bû ya ku bi pêşengiya KNK’ê li Federasyona Rûsyayê li Moskowayê hate lidarxistin.

Ji xeynî nûnerên ji Ermenistan, Kazakistan, Ûkrayna, Gurcistan, Kirgizistanê ji bajarên cihê yên Rûsyayê nêzî pêncî delege beşdarî komxebatê bûn.

Komxebata ku li Navenda Xebatê ya Rîverdaleyê hate lidarxistin, ji aliyê Komîteya Karê Derve yê KNK’ê û Komîteya KNK’ê ya Rûsyayê hate organîzekirin.

Di beşa duyemîn de Hevserokê Otonomiya Federal a Çand  û Neteweyî ya Kurdan a Rûsyayê Ferhat Patîyev axivî û got: “ Li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û navenda vî şerî Kurdistan e. Di vê pêvajoyê de herî zêde gelê Kurd şikest. Xwestin Kurdan ji dîrokê rakin.

Divê em vê lîstika qirêj bibînin. Ev pêvajo gelekî hesas e. Qaşo wê li Başûrê Kurdistanê dewletek ava bikirina lê bi ser de bûn sedem ku destkeftiyên Kurdan ji destê wan were stendin. Li Başûrê Kurdistanê nêzî 6 milyon Kurd bûn qurbanên vê siyaseta şaş. Bi hestên mirovên me lîstin.

Ji ber vê siyaseta xerab a li Başûrê Kurdistanê li dijî Şengal û Rojava êrîşên tund hatin kirin.  Herî dawîn li dijî Mexmûrê êrîş hatin kirin.  Her Kurd divê li hemberî van êrîşan derkeve.”

Serokê Otonomiya Çandê ya Kurd a Harsonê Mûrat Avdoyan:

“Bûyerên li Kurdistanê nîşanî me didin ku heke Kurd nebin yek, ew ê têk biçin.  Di vê pêvajoya krîtîk de du xet derdikevin pêş. Yek xeta îxanetkar a ku pişta xwe dispêre derve û ya din jî xeta Apoyî ya ku pişta xwe dispêre gelê Kurd. Dibe ku yekîtiya neteweyî neyê hesabê hinek kesan lê em karibin bêyî wan jî li dar bixin, ew bawer im ew ê encamên baştir bi dest were xistin.”

Nûnerê Kantonên Rojava yê li Moskowayê Rodî Osman:

“Li Rojava bi beşdariya 170 rêxistinên cihê, Komxebata Neteweyî ya Kurd a li Rojava hate lidarxistin. Gelek nîqaşên baş hatin kirin.

Paradîgmaya neteweya demokratîk a li Rojava rê li ber pêşketina Kurdan vedike. Gelên din jî vê paradîgmayê qebûl dikin.

Biryar hatiye girtin ku di civîna Soçiyê de gazî PYD’ê nekin. Heke PYD beşdarî civîna Soçiyê nebe, wê tu ferqa wê ji civînên Astanayê tune be. Ji ber vê jî divê Rûsya bi awayekî fermî Kurdan vexwîne vê civînê.”

Serokê Otonomiya Krasnîkût Ramazan Budakov:

Me bi rojeva yekîtiya gelê Kurd civînek baş pêk anî. Êdî demê gelê Kurd nîne ku ji bo hesreta sedê sala a yekîtiya netewî bide windakirin. Civînên ku Kurd ne li nav be wê ti birarên li ser Kurdan bê girtin ne meşrû be û Kurd vê qebûl nake.

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar:

Di vê dema ku Rojhilata Navîn derbasî pêvajoyeke nû dibe de gelê Kurd ji bo azadiya xwe pêk bîne, fersendên dîrokî li pêşiya me ne. Bi kedekî mezin gelek destkeftiyên gelê Kurd hatiye bidestxistin. Bi taybet vê demê de destkeftiyên li Rojava hatin destgirtin di bin gefekî mezin de ye. Her roja diçe êrîşên dewleta Tirk mezin dibe û di vê demê dawî de jî rejîma Sûriye ketiye nava hewldanên cuda û cih bi cih êrîşan dide kirin.

Yekîtiya Kongreya Netewî ji bo Kurdan tiştekî nebe nabe ye. Di be ku di nava me de siyasetên cuda û partiyên cuda hebin ev ji xwe yek ji rêbaza demokrasiyê ye. Lê divê li beramberî vê siyaseta me ya li derve dibe yek be. Divê ne her kes li gorî xwe tev bigere. Li vir Rola KNK’ê derdikeve pêş. Ji bo pêşxistina vê hê zêdetir erk dikeve ser milê KNK’ê.

Her wiha di dewam komxebatê de Endamê Rêveberiya Otonomiya Çanda-Kurd a Novosîbîrsk Yûsûf Kocayan, Seroka Komîteya Kurdên Ermenîsta û endama KNK’ê Jînya Ameryan, Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsya Jûlyeta Aram, Endama KNK’ê ya Gurcîstan Gulnaz Agadjanyan û Endamê Komîteya Kurdistanê ya Eremenîstan Silo Dirboyan Silo Dirboyan axivîn.

Piştî gotûbêjên berfireh hatin kirin û şûnde Endamê Komîteya Karê Derve yê KNK’ê Sallahattîn Soro axaftina girtinê ya komxebatê kir û wiha got:

Her kesê fikrên xwe anî ziman. Sernavên sereke derketin holê. Hat diyarkirin ku me li kû winda kiriye em ê li wir lê bigerin. Çi hatiye windakirin? Me welat û yekîtiya xwe ya netewî winda kiriye, em li wê digerin. Ya rast ev e. Em li pey vê biçin ku ji bo wê têkoşînê bikin.

Çawa ku nasnameya her ferdekê heye, nasnameyên neteweyan jî heye. Eger netew xwedî li vê derkeve wê hebûna xwe biparêze û azad bibe. Weke netew em xwedî dewlemendiyekî mezin a çandê û dîrokê ne. Bi hezaran dîn, mezheb, çan li Kurdistanê heye. Li Rojhilat Kakayî, li Bakur Elewî, li Başûr Yarsanî, li Şengal Êzidî û em xwedî hê zêdetir çandan in. Em hemû dewlemendiyên me ne.

Têkoşîna di sedsala 21’an de bi pêşengtiya tevgera azadiyê têkirin wê me bigihîne serketinê. Serketina vê têkoşînê wê bi jinê bibe. Ji ber ku di pêşengtiya jinan de tevgera me ya bilind bû wê serketinê bike mayînde. Li Zindana Amedê ya bi Sakîne Cansiz destpê kir, bi Bêrîtan û Zîlan gihişte lûtkeyê, xeta qehremaniyê îro li Reqayê serketinekî mezin bi dest xist. Bi saya vê berxwedana efsûnî serê me bilin e.”

ENCAMÊN KOMXEBATÊ

Encamên ji civînê hatî derxistin mirov dikare wiha rêz bike:

Divê di serî de Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî bi lezgîn bên azadkirin

Divê di serî de hemû siyaseta Kurd li dora daxwazên ‘Raperîn’ a li başûr derketî pêş kom bibe kongreya netewî lidar bixe.

Divê hêzên bi çek ên Kurd di bin feramandariyek û rêveberiyekê de bê birêvebirin.

Divê Îran dawî li darvekirinên Kurdan bîne û pirsgirêkên Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike.

Divê Iraq xaka herêma Kurdan a dagir kirî bi terikîne û rêz ji destketiyên Kurdan re bigire.

Di serî de Bakurê Sûriye û Rojava û Sûriye divê di nava xwe de li ser bingehê Destûreke Bingehîn a demokratîk ji nû ve bê destgirtin.

Divê faşîzma êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê Kurd bi lezgîn bê bidawîkirin û ji bo vê têkoşîn bê xurtkirin.

Divê gelê Şengal û Êzidî rêveberiya xwe ya xweser ava  bike û bi hêza xwe yaparastinê pêk bîne û siyaseta Kurd xizmeta vê bike.

Çand û Zimanê Kurdên li Esengeyê yên ku rû bi rûyê xeteriya helandinê ne, dive li dijî vê di serî de gelê me û rêxistinên me di vê mijarê de bikeve nava tevgerê, Divê Federasyona Rûsya Birêz Pûtîn guh bide daxwazên gelê Kurd ên di vê mijarê de.

Kurdên Esengeyê jî di nav de baweriyên Sunî yên din jî divê li dijî faşîzma redîkal têkoşînê bikin. Divê gelê me yê Êzidî jî ji yahovîzmdenê dûr bikevin. Divê gelê me li ser bingehê xwedîderletina li nirxên xwe yên bingehîn li dijî demokrasiyê bi hestyar bin, di nava bawerî û gelan de jiyana hevpar û yeksan bê pêşxistin.

 Divê siyaseta Kurdistanê li ser asta dîplomasiya siyasî ya navneteweyî, konseyeke dîplomasî ya hevpar bide avakirin.

Divê dewleta Tirk faşîzma xwe ya li ser Başûrê Kurdistan û Rojava bi dawî bike, divê ev hêz bên derxistin.

Bi kongreya bê lidarxistin wê ala netewî jî bê diyarkirin.