Li Monchengladbachê ciwan xwedî li berxwedana Şengalê derketin
Li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê ciwanên Kurd daketin qadan û xwedî li berxwedana Şengalê derketin.
Li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê ciwanên Kurd daketin qadan û xwedî li berxwedana Şengalê derketin.
Ciwanên çalakgerên TEKO-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê hatin ba hev, ji bo xwedîlêderketina berxwedana Şengalê û li dijî helwesta qirêj a hikumeta Iraqê daketin qadan.
Çalakî li pêşiya îstasyona trênê ya navendî hate kirin û di çalakiyê de belavokeke bi Elmanî hate xwendin.
Di belavokê de hate gotin , “Vê helwest û peymana qirêj a hikumeta Iraqê tê wateya ku li ser civaka Êzidî qirkirineke nû pêk were. Em li dijî vê hewldana qirkirinê ne. Berxwedana YBŞ û YJŞ’ê berxwedana me ye. Azadiya jin û gelên li Şengalê azadiya me ye’
Di çalakiyê de sloganên bi Elmanî yên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘Panzêrên Elmanyayê ji Kurdistanê derkeve’ hate berzkirin.
Çalakî bi qasî saetekê domiya û bi sloganan bi dawî bû.