Li Misirê lîderê Birayên Misliman hat girtin
Li Misirê lîderê Birayên Misliman hat girtin
Li Misirê lîderê Birayên Misliman hat girtin
Serokê Birayên Musliman Muhammed Badîe hat girtin. Di serdegirtina li Qahîreyê de Badîe hat girtin û sûcdariya ‘sewqkirina şîdetê’ tê sûcdarkirin.
Serokê Birayên Misliman Muhammed Badîe di roja 6’emîn a darbeya artêşa Misirê de hat girtin. Du nûnerên Badîe û Birayên Misliman, di malake nêzî qada Rabaa al-Adawiya ya Qahîreyê hatin girtin.
Ev 6 roj e artêşa Misrê alîgirên serokdewletê berê Muhammed Mursî bi tundiyek mezin belav dike. Pevçûnên di navbera Hêzên ewlekariyê û alîgirên Mursî de pêk hat nêzî 900 kesan jiyana xwe ji dest da.
Rayedaran diyar kir ku eger xwepêşander zerarê bidin malên cemawerî leşker û polîs dikarin çekan bi kar bînin. Serokê Birayên Misliman jî di nav de hezar kes dê di 25’ê Tebaxê de bên darizandin.