Li Mîlanoyê Platforma Li Dijî Şer bi dirûşmeya ‘Qatil Erdogan’ meşiya
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, Platforma Li Dijî Şer meşek li dar xist.
ANF
MÎLANO
în, 18 adarê 2016, 20:42
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, Platforma Li Dijî Şer meşek li dar xist. Di meşa îsal de qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û şerê li Kurdistanê bû mijar.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, meşa ku her sal Platforma Li Dijî Şer li dar dixe, îsal bal kişand ser şerê li Kurdistanê. Di çalakiya ku gelek rêxistinan organîze kirin de li gel Kurdistaniyan bi deh hezaran kes amede bûn. Bi hezaran kesên li Qada Caîrolî li hev civiyan, di serî de Kurdistan bal kişandin ser şerên qirêj ên ji aliyê hêzên emperyalîst tên meşandin.
Di axaftinên nûnerên saziyan ên tevlî meşê bûne de wiha hat gotin: “Kurd ne terorîst in, li ser navê mirovahiyê şerê rûmetê dimeşînin. Erdogan dîktatorekî faşîst e, Kurd jî li dijî faşîzmê li ber xwe didin.”
Girse piştî meşê hat ber Sefaretxaneya Tirk, dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî Kurdistan”, “Ji Ocalan Re Azadî” berz kirin.
Çalakvanan li avahiya beranberî sefaretxaneyê jî pankartên “Em jiyanek dirêj ji şoreşa Rojava re dixwazin”, “Ewropa dibe hevkarê bêdengiyê”, “Qatil Erdogan” û ala PKK’ê daliqandin. Di çalakiyê de balonek mezin a şer û qetlîaman teşhîr dike hate firandin, wek temsîla qetlîamên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîr û seranserî Kurdistanê jî li ser cilê spî boyax hate rijandin.
Girseya meş dewam kir, herî dawî bi axaftinên qetlîamên qirkirinê yên li Kurdistanê û faşîzma Erdogan vedibêjin çalakî bi dawî kir.