Li Midyatê ji bo wendayan keşf tê kirin
Li Midyatê ji bo wendayan keşf tê kirin
Li Midyatê ji bo wendayan keşf tê kirin
Li gundê Kerşafê ya Midyatê di sala 1995’an de Mehmet Emîn Atuk, Abdulkadîr Demîr, Hiznî Bîlmen û Şakîr Demîr ji aliyê leşkeran ve hatibûn gulebarankirin û niha der barê vê de keşîf tê kirin.
Serokê ÎHD’a Mêrdînê Prz Erdal Kuzu, ji bo ku aqubeta sivîlên ku di navbera salên 94-96’an de ku dema Albay Hîlmî Kahraman fermandarê Cendermeyan a Midyatê bû û ji aliyê JÎTEM’ê ve dihatin revandin û kuştin, bvê tespîtkirin, dosyayek serlêdana sûc dabû Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dosya ji aliyê dozgeriyê ve hat qebûlkirin.
Piştî qebûlkirina dosyayê biryar hat dayîn ku der barê gulebarankirina Mehmet Atuk, Abdulkadîr Demîr, Hiznî Bîlmen û Şakîr Demîr de keşif bê kirin.
Keşfa ku îro sibê dest pê kir, serokê ÎHD’a Mêrdînê Erdal Kuzu, prz Huseyîn Cangîr û dadgerê cezaya Sulh a Mîdyatê bi talîmata dozgerê rayeya taybet a Amedê di keşfê de cih digirin.
Dosyaya der barê mijarê de;
Êşên rojane yên borî yên nehatine jibîrkirin yên Midyatê; Wenda 1
Êşên nehatine jibîrkirin yên rojene: Wenda 2
Êşên nehatine jibîrkirin yên rojene:3