Li Mexmûrê êrişa DAÎŞ'ê: 7 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa DAÎŞ'ê de ya li Mexmûrê, 7 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, li gundê Nazîkend ê ser bi herêma Qereçoxê ya Mexmûrê, çeteyên DAÎŞ'ê kemîn danîn pêşiya pêşmergeyan.

Di şer de 7 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Xidirce yê Mexmûrê jî di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dan birayên hev bûn.

ÊRIŞ ZÊDE BÛN

DAÎŞ'ê 27'ê Mijdarê jî li navçeya Kifrî ya Silêmaniyeyê li herêma Kulecoyê êriş biribûn ser pêşmergeyan û di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn, 4 jî birîndar bûbûn. Yek ji pêşmergeyên birîndar piştre jiyana xwe ji dest dabû.

29'ê Mijdarê jî li navçeya Kifrî di êrişekê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest dabû, 3 jî birîndar bûbûn.