Li Mêrsînê ‘Roja Reş’ hate şermezar kirin

Li Mêrsînê ‘Roja Reş’ hate şermezar kirin

Bi sedan endam û rêveberên BDP'ê li navçeya Akdenîza Mêrsînê meşek pêk anîn û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Girseyê di meşê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwist û diyar kirin ku, ji bo çareseriya pirgirêka Kurd a demokratîk azadiya Ocalan şerte.

Bi sedan endam û rêveberên BDP'ê yên Mêrsînê bi boneya 15'ê Sibatê salvegera Radestkirina Roja Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin, li taxa Guneşê ya navçeya Akdenîza Mêrsînê kom bûn û xwestin heta avahiya BDP'ê ya Akdenîzê meşekê pêk bînin. Koma ku li ber Mizgefta Xelîl Îbrahimê kom bûn, dest bi meşêkirin. Di meşê de Hevserokên BDP'ê yê Mêrsînê Halis Ernarîcî, Heybet Geçkin, Şaredarê Akdenîzê M.Fazil Turk, endam û rêveberên BDP'ê amade bûn.

Komê di meşê de pankarta mezin ya "Em komploya navneteweyî şermezar dikin û Azadiya Birêz Ocalan dixwazin" vekirin. Komê bê navber siloganên "PKK gele, gel li vire" û "Bijî Serok Apo" qîr kirin. Girseya ku xwest heta avahiya BDP'ê ya Akdenîzê meşê pêk bîne, polîsan biwesayîtên zirxî li ber avahiyê astengî derxist û destûr neda ku girse bimeşe avahiya BDP'ê. Li ser astengiya polîsan bê navber di derbarê PKK'ê û Ocalan de silogan qîr kirin. Piştî dîsa bi qasî 200 metreyan meşiyan Hevserokê BDP'a Mêrsînê Halîs Ernarîcî diyar kir ku, ew wateyek mezin didin hevditinên li Îmraliyê û Azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan dixwazin.

Rêveberê BDP'ê Orhan Hazar jî daxuyanî da û diyar kir ku, ji bo aştiyek mayinde û çareserî pêk bê divê teqez Ocalan serbest bê berdan û wiha got: "Birêz Ocalan 14 salin di bin tecrîda giran de ye. Li gel vê tecrîda giran dîsa ji bo aştiyê têkoşînek mezin dide. 3.5 milyon Kurd wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kirine. Ji bo aştiyê em azadiya Birêz Ocalan dixwazin."

Kom piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û dawî li çalakiya xwe anîn.