Li Mêrsînê parlementer li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê

Li hemberî tecrîda li Îmraliyê piştî berxwedana Leyla Guven grevên birçîbûnê belav dibe. Li Mêrsînê jî parlementerên HDP’ê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li hemberî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê belav dibe. Parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a dîlgirtî greva birçîbûnê di roja 26’emîn de didomîne û çalakiyên greva birçîbûnê bajar bi bajar belav dibe.

Ji bo piştgiriya Leyla Guven li Mêrsînê 10 endamên HDP’ê yên ku ketibûn greva birçîbûnê, hatibûn destgîrkirin. Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê biryar da ku çalakî werin geşkirin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de ew ê 10 parlementer sibê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê bikin. Beriya vêya li hin bajaran jî parlementeran ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

MÊRSÎN

Lİ Mêrsînê ya ku operasyonên qirkirina siyasî lê hate kirin parlementer Fatma Kûrtûlan, Ridvan Tûran û Tulay Hatîmogûllari dest bi greva birçîbûnê kirin.

Rêveberên şaxa Mêrsînê ya ÎHD’ê û Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce çûn serdana parlementerên ku dest bi greva birçîbûnê kirine.

KÛRTÛLAN: TECRÎD ŞER MEZIN DIKE

Kûrtûlan bal kişand ser vî tiştî ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û got ku, “Tecrîd bandora xwe li hemû dînamîkên demokrasiyê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dike. Tecrîd û şer mezin dibe. Di vê pêvajoyê de Guven ev çalakî da destpêkirin. Me jî bi şîara ‘Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe’ pêvajoyeke hevgirtinê da destpêkirin. Duh li avahiya rêxistina me ya bajêr hewl dan vê çalakiyê sabote bikin û hevalên me hatin destgîrkirin. Me jî biryar da ku alaya berxwedanê ya hevalên xwe hildin. Em ê vê biryara hevgirtinê li her derê pêk bînin.”

HATÎMOGÛLLARI: EV TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Tulay Hatîmogûllari jî got ku, “Em ê çalakiya hevalên xwe yên ku hatine destgîrkirin û ya Leyla Guven li vê derê bidomînin. Ev êrîşên AKP’ê yên li ser partiya me, ji ber hilbijartinan dema bê ye. Em heta ku aştî û azadiyê bînin vî welatî, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

TÛRAN: NIKARIN ÎRADEYA ME BIŞKÎNIN

Ridvan Tûran jî diyar kir ku tişta pêk hatiye barbarî ye û got ku, “Desthilatdarî bi van êrîşên xwe hewl didin îradeya Leyla Guven bişkînin. Em bi vî awayî dinirxînin. Em diyar dikin ku em bi Leyla Guven re ne. Em gelekî baş dizanin ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan ew ê tu sûdê nede vî welatî. “