Li Mêrsînê Komkujiya Meraşê hate bibîranîn
Kesên ku di Komkujiya Meraşê de hatin kuştin li Mêrsînê hatin bibîranîn.
Kesên ku di Komkujiya Meraşê de hatin kuştin li Mêrsînê hatin bibîranîn.
Di salvegera Komkujiya Meraşê de 111 Kurdên Elewî ku bi êrîşa nîjatperestên Tirk hatin kuştin li Mêrsînê hatin bibîranîn.
Daxuyanî ji hêla Yol Erenlerî ve li hêwana Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hate dayin, li hêwanê pankarta bi nivîsa, ''Me Komkujiya Meraşê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin'' hate daleqandin.
Berdevka Yol Erenlerî yê Mêrsînê Şîlan Surmelî got, ''Em kujeran nas dikin'' û diyar kir dewlet hê jî naxwaze li Komkujiya Meraşê mikur were.
Surmelî bi berdewamî diyar kir li gel ku 42 sal di ser re çûne jî, hê jî li ser Elewiyan hêzên tarî zilmê dikin û got, ''Tenê bi vê jî neman, kujerên ku navê wan bi komkujiyê têne bibîranîn kirin parlamenter, şaredar, ew zengîn kirin û xelat kirin.''
Herî dawî hate gotin, ''Li dijî zilmdaran û komkujiyan divê em li ser rêya Heq, Heqîqetê bin.''