Li Mêrsînê daxuyanî: Jiyana girtiyan di xeteriyê de ye

Koordînasyoyan Şopandina Girtîgeha Mêrsînê, anî ziman ku jiyana girtiyan di xeteriyê de ne, daxwaz kir ku divê girtîgeh bên kontrolkirin.

Koordînasyaona Şopandina Girtîgeha Mêrsînê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tên jiyîn de civîna çapemeniyê lidar xist. Civîn li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê, hat lidarxistin.

Parêzer Bedrî Kûran li ser navê Koordînasyonê axivî û wiha got: “Ligel hemû hişyariyên rêxistinên mafên mirovan jî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehyan, çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û pirsgirêkên girtiyên nexweş dewam dikin. Tecrîd, îşkence, qedexeyên keyfî, muameleyên xirab, cezayên dîsîplînê, karantînaya yek hucreyî û pirsgirêkên sewqkirina nexweşxaneyê yên bi hinceta pandemiyê zêdetir bûn, gefê li jiyana girtiyan dixwin. Rêjeya tijebûna girtîgehan gihiştiye asta metirsîdariyê. Wekî din, li her girtîgehê pêkanînên cihêreng tên dîtin û cUdahiyê dixin navbera girtî û hikumxwaran. Dema ku ceza hat dayîn, bêyî ku tawanek hebe, têkiliya kesan bi tawan re qut dibe. Ji ber vê yekê, divê qanûna înfazê bi heman awayî li ser her kesê ku ceza lê hatiye birîn were sepandin. Divê ol, ziman, nijad, nêrîna siyasî û çîn neyên cuda kirin. Lê belê, di serdema desthilatdariyê de, ev peymanên ku Tirkiye jî girê dide, têne paşguh kirin.”

Kûran, herî dawî xwest ku girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên civaka sivîl û serbixwe werin vekirin.