Li Mêrsînê 4 ciwan hatin girtin

Li Mêrsînê 4 ciwan hatin girtin

Li Mêrsînê ji 9 kesên hatin binçavkirin 4 jê bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Ciwanên bi navê Emrah Kaplan, Cîhan Kokbalik, Seyîthan Akdogan, Reşît Tekîn, Ozgur Bozkurt, Sedat Sarihan, Abdullah Menav Acar, Mehmet Korkmaz û ciwanê bi navê Yener Aydin yê ku astengdar li taxên Şevket Sumer û Kurtalî yên navçeya Toroslarê ya Mêrsînê bi îdîaya "di nav rêxistina ciwanan ya KCK'ê de cih digirin" hatibûn binçavkirin.

Piştî îfadeyên polîsan duh Yener Aydin û Reşît Tekîn serbest hatin berdan û Emrah Kaplan, Cîhan Kokbalik, Seyîthan Akdogan, Ozgur Bozkurt, Sedat Sarihan, Abdullah Menav Acar û Mehmet Korkmaz jî sewqî Edliyeya Edene hatin kirin.

Piştî îfadeyên dozgeriyê Mehmet Korkmaz û Abdullah Menav Acar serbest hatin berdan û Sarihan, Kaplan, Kokbalik, Akdogan û Bozkurt jî bi îdîaya "Di nav rêxistina ciwanên KCK'ê de cih girtin" sewqî dadgehê hatin kirin.

Piştî îfadeyên dadgehê Sarihan serbest hatin berdan û Kaplan, Kokbalik, Akdogan û Bozkurt jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.