Li Mersîn û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
Li Mersîn û Stenbolê di serdegirtinên malan de gele kes hatin binçavkirin.
Li Mersîn û Stenbolê di serdegirtinên malan de gele kes hatin binçavkirin.
Li Mersînê, polîsan danê sibehê avêtin ser malên xwendekarên zanîngehê lê bûn û gelek kes girtin binçavan. Li Stenbolê jî 5 ciwan hatin binçavkirin.
Li taxên Şevketsumer, Gundogdû û Guneş ên navçeya Mersîn Akdenîzê, danê sibehê polîsên Tirk dest bi operasyona binçavkirinê kirin. Di serdegirtinan de tevî xwendekarên zanîngehê gelek kes hatin binçavkirin. Hejmara binçaviyan nehat zelakirin. Tê gotin ku yek jê xwendekarê bi navê Çekdar Ozer e.
LI STENBOLÊ 5 CIWAN HATIN BINÇAVKIRIN
Li taxa Demîrkapi ya navçeya Stenbol Bagcilarê jî, polîsên kontrola nasnameyê kirin 5 ciwan girtin binçavan. Navên ciwanên birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, nehat zanîn.