Li Mêrdînê êrîşa cerdevanan
Li Mêrdînê êrîşa cerdevanan
Li Mêrdînê êrîşa cerdevanan
Cerdevanê gundê Zokê yê navçeya Dêrika Mêrdînê bi hinceta di navbera zarokên gundê wan û zarokên gundê Dûmirlê de şer derketiye saetekê gundê Dumirliyê dan ber guleyan.
Di navbera zaroken gundê Zokê û gundê Dumirliyê yên navçeya Dêrika Mêrdînê de alozî û şer derket. Pişti di navbera zarokan de alozî derket, cerdevanê gundê Zokê yên ji eşîra Sefanê gundê Dumirliyê dan ber êrîşa guleyan. Di gulebaranê de welatiyan xwe avêtin malên xwe û tiştek bi kesî nehat. Ji ber ku cerdevanan bi qasî saetekê gundê Dumirliyê dan ber guleyan gule li hemû malan ket. Leşerên ku çûn cihê bûyerê jî tu kes binçav nekirin. Lê ji gundê Zokê cedevanên ku gule barandin kes hetan binçavkirin, lê li gundê Dumirliyê zarokek hat binçavkirin. Welatiyê gundê Dumirliyê Şeyhmus Esen diyar kir ku cerdevanê eşîra Sefanê li herêmê zextan dikin û wiha got: "Di sala 1992'an de ji ber zextên cerdevanan me gundê xwe vala kir. Di sala 2006'an de em disa li gundê xwevegeriyan. Niha ji bo zeviyên meji destê me bigirin her tim zextan li me dikin. Di sala 1992'an de ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir em neçar man ku ji gundê xwe bar bikin. Her tim zextan li me dikin û dibêjin 'Vana PKK'î ne' û giliyê me li leşkeriyê dikin."
Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê jî piştî bûyerê çûn gund ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. BDP'ê diyar kir ku ew dê bûyerê bişopînin."