Li Mêrdînê çavdêrên AKP'yî êrîşî HDP'yiyan kirin
Li Mêrdînê çavdêrên AKP'yî bi polîsan re êrîşî çavdêrên HDP'yî kirin û xwestin wan ji sinifa sindoq lê ye, derxînin.
Li Mêrdînê çavdêrên AKP'yî bi polîsan re êrîşî çavdêrên HDP'yî kirin û xwestin wan ji sinifa sindoq lê ye, derxînin.
Li Mêrdînê çavdêrên AKP'yî bi polîsan re êrîşî çavdêrên HDP'yî kirin û xwestin wan ji sinifa sindoq lê ye, derxînin. Dîmenê vê êrîşê ji aliyê DÎHA ve hat kişandin. Li ser nerazîbûna şêniyên taxê çavdêrên HDP'yî careke din derfet dîtin biçin ber sindoqan.
Li Dibistana Yalim a taxa Misuriyê ya navçeya Mêrdîn Artûklûyê, çavdêrên AKP'yî, xwest çavdêreke jin a HDP'yî ya navê wê nehat zanîn, ji sinifa sindoq lê ye derxînin derve. Li ser vê yekê nîqaş derket û çavdêrên AKP'yî bi pihîn û kulman êrîşî çavdêr û hilbijêrên HDP'yî kirin û xwestin wan ji ber sindoqê derxînin derve. Dîmenên vê êrîşê ji aliyê nûçegihanê DÎHA'yê ve hat kişandin û li ser aloziya rû da, hêzeke hêze ya polîsan çû dibistanê. Li ser nerazîbûna hilbijêran, destûr ji çavdêrên HDP'yî re hat dayîn ku biçin ber sindoqan.