Li Mêrdînê çalakî qedexe ne, tiryak serbest e

Rejîma AKP’ê ya ku li Mêrdînê bi zext û qetlîamê jî nikare ciwanan teslîm bigire, vê carê ciwanan dixe nav xefka tiryakê. Li bajêr hemû tevgerên demokratîk tên astengkirin û li dijî tiryakê tu mudaxele nayê kirin.

Li gorî nûçeya MA’yê li Nisêbîna Mêrdînê zextên Rewşa Awarte hê jî didome. Di têketin û derketina bajêr de 6 bendên polîsan hene û li serê her kolanê wesayîteke zirxî heye. Li taxan gelek kûlubeyên nobetê û qereqol jî hene.

JI XEYNÎ TIRYAKÊ HER TIŞT QEDEXE YE!

Li bajêr ji bo sazî û dezgehên nêzî hikumetê her cure çalakî serbest e. Kesên mûxalif nikarin sûdê ji vî mafî werbigirin. Ji bo çalakiyên ku ‘destûr’ hatiye dayîn jî, bi qestî çend saet berê agahdarî tê kirin û ev jî rê li ber qedexekirina çalakiyê vedike.

Li bajêr li dijî her kesên ku ne alîgirê hikumetê ne, zext zêdetir dibe. Bi ‘qedexeya derketina derve’ re di nav ciwanan de kişandina tiryakê jî zêde bûye. Li taxên Kişla, Zeynel Abîdîn û Firatê tiryak tê kişandin. Li taxê bi tiryakê re eroîn jî tê kişandin.

LI PÊŞ ÇAVÊ POLÎSAN TÊ KIRIN

Li hemberî Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê tiryak tê firotin. Ciwanên ku tiryakê difiroşin, paxavê bi wesayîtên zirxî nakin û ev jî tê wateya ku ev tişt bi kontrol û agahiya polîsan tê kirin. Şêniyên taxê diyar dikin ku ev kom ji sibehê heta êvarê tiryakê difiroşin û tu kes mudaxeleyî wan nake. Şêniyên taxê bal birin ser vî tiştî ku hewl tê dayîn ciwanên xizmên wan di girtîgehê de ye û ciwanên ku malbatên wan di dema ‘qedexe’yan de hatine qetilkirin, têkevin nav vê xefkê.