Li Mêrdîn û Rihayê girtin

Li Riha û Mêrdînê 2 kes hatin girtin.

Di çarçoveya êrîşên qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qsrê de li Mêrdîn û Rihayê îro 2 kes din hatin girtin.

MÊRDÎN

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê endamê Egtîm Senê yê ku li Amadeyiya Pîşeyî û Teknînî ya Anadolûyê Ahmet Ertûnç, 30’ê Gulanê dema ku odeya mamostayan bûn ji aliyê polîan ve hate binçavkirin.

Ertûnç ê ku piştî hefteyekê hate girtin û şûnde, îro ji aliyê dadgehê ve hincetên sendîkayî nîşan da û girt.

Endamên Şaxa Egtîm Senê ya Mêrdînê ji bo girtina endamê xwe, daxuyaniyek ya çapemeniyê da û protesto kirin.

RIHA

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê di serdegirtina malan de endamên meclîsa şaredariyê jî din av de 8 kes hatin binçavkirin û piştî binçaviya 2 rojan derxistin pêşberî dadgehê. 8 kesên îfadeyên wan li Qereqola Jendirmeyan a Goklu hatin girtin, piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin sewqî dadgehê hatin kirin.

Gunay Kaplan bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin û endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Mûstafa Çolak, Kemal Erdî, Fadil Akdemîr, Kadîr Evîn, Abdullah Boga, Bariş Koykaç, Ahmet Colayir bi şertê kontrola edlî hatin berdan.