Li Mêrdîn û Mersînê operasyonên qirkirina siyasî

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Ji ber van oeprasyonan li Mêrdîn û Mersînê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Ji ber van oeprasyonan li Mêrdîn û Mersînê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de danê vê sibehê hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Mêrdînê Omer Ocalan hat binçavkirin. Ocalan li mala xwe ya li Qoserê di dema serdegirtinê de hat binçavkirin. Hêzên dewleta Tirk Omer Ocalan birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.

Li navçeya Kerboranê jî, xebatkareke MARSU ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Asya Gezer hat binçavkirin. Polîsên tevgera taybet avêtin ser mala Gezer a li taxa Sarayê û ew binçavkirin. Gezer birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.

MERSÎN

Li navçeyên Akdenîz û Tarsûsê jî polîsên Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtina li maleke li taxa Çay a navçeya Akdenîzê de bav Geylanî Canpolat û kurên wî Ahmet Alî û Îbrahîm Canpolat hatin binçavkirin. 3 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê.

Li Tarsûsê polîsan danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Barbaros, Tozkoparan, Fahrettînpaşa û Gîrne yên navçeya Tarsûsê. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin, navên ên hatine zanîn Mûrat Polar û Mazlûm Kaya ne.