Li Mêrdîn û Îzmîrê 6 kes hatin binçavkirin
Li Mêrdînê 4, li Îzmîrê jî 2 kesên din hatin binçavkirin.
Li Mêrdînê 4, li Îzmîrê jî 2 kesên din hatin binçavkirin.
Hikûmeta AKP'ê tevî operasyonên xwe yên qirkirina fîzîkî, operasyonên qirkirina siyasî jî bênavber didomîne.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, hêzên dewletê danê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên li taxên Kale, Cevîzpinar û Dag pêk hatîn de, demek dirêj lêgerîn pêk hat. Di dema lêgerînê de polîsên Tirk zerar dan eşyayên welatiyan. Piştî lêgerînan welatiyên bi navên Ridvan Dîp, Servet Pîlsîn, Nametullah Alas û kesek navê wî nehata zanîn, hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê tên girtin. Derbarê sedema serdagirtinan de agahî nehatin girtin.
ÎZMÎR
Li navçeya Îzmîr Menemenê polîsên ser bi TEM'ê avêtin ser gelek malên li taxa Asarlikê. Di serdegirtinan de 2 kesên bi navê Sûat Dûrûkan û Yûnûs Aydemîr hatin binçavkirin. Her du kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.