Li Meletiye li dijî malan êrîşa çekdarî: 3 mirî, 2 birîndar
Li Meletiye li dijî malan êrîşa çekdarî: 3 mirî, 2 birîndar
Li Meletiye li dijî malan êrîşa çekdarî: 3 mirî, 2 birîndar
Li gundê Başak ê ser bi navçeya Hekîmhan a Meletiyê, di encama êrîşa çekdarî ya li hemberî pênc malan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, rageşiya navbera du malbatên dijminê hev veguherî pevçûna bi çekan.
Hat ragihandin ku kesê bi navê Alî K bi tivingê êrîşî malbatên dijminê xwe kiriye û di encamê de Mûrat Sarikaya (38), Fadîme Çalişkan (55) li cihê bûyerê û Tama Arayici (36) jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Hekîmhanê jiyana xwe ji dest daye.
Hîkmet û Bessey Arayici yên di êrîşê de birîndar bûn jî li Navenda Tipê ya Tûrgût Ozal a Zanîngeha Înonu tên dermankirin. Hat gotin ku Alî K jî piştî bûyerê reviyaye.