Li Melbourne Şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Di pîrozbahiya Şoreşa Rojava de wiha hate gotin, ‘’16’ê Tîmehê li dijî paşverûtiya hemû cvîhanê bûye tekane alternatîf.’’
Di pîrozbahiya Şoreşa Rojava de wiha hate gotin, ‘’16’ê Tîmehê li dijî paşverûtiya hemû cvîhanê bûye tekane alternatîf.’’
Li bajarê Melboûrne yê Avûstralyayê di pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de bi sedan Kurdistanî li navenda NAV-KURD’ê hatin cem hev û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.
Şahiyê, bi bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Li ser navê NAV-KURD’ê û Yekîtiya Jinên Kurd axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa NAV-KURD’ê Cengîz Sonkaya wiha got: ‘’Şoreşa Kurdistanê ne tenê li Kurdistanê, bi Şoreşa Rojava re li hemû cîhanê berbelav bûye. Tevgera gel a ku bi Bihara Ereb re dest pê kirî, bi destwerdana Rojava bû zivistana gelan. Beriya ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê bike di navbera Tirkiyê û Sûriyeyê de li ser înkara Kurdan ketibûne nav têkiliyên pir germ lê dema ku tevgerên hov ên wekî DAÎŞ’ê derketin holê û li ser gelên Rojhilata Navîn tehdîtên mezin pêk anîn, wê dema neçar ma ku hevsengiya heyî giştî bigûherin. Bi nirxên ku YPG’ê, YPJ’ê ava kirin dikare were gotin 16’ê Tîrmehê bi vê wateyê li dijî paşverûtiya hemû cîhanê tekane alternatîf e.’’
‘TÊKOŞÎN XWEYÎ RISTEKÎ DIYARKER E’
Bernameyê bi lênerîna belgefîlma bi navê ‘’Berçem’’ berdewam kir. Piştre ji rêveberên Komeleya Jinan Tulay Orhan û Filîz Karik axaftinek kirin. Di axatinan de wiha hate gotin: ‘’Çespandina gotina Rêbertiyê de ku dibêje, ‘ê ku şer bike azad dibe û ê ku azad bibe xweşik dibe’’ û bi berdewamî, ‘’Jinên ku li Rojava li ber xwe didin di hemên demê de hez ji jiyanê dikin, devliken in û jin di nav şer de zemîna vê hêza ku ji xwe re afirandine ji îdeolojiya Rêbertiyê standine. Îro jina Kurd hem di hêla leşkerî û hem jî di hêla siyasî de di refên pêş de cih digire û têkoşîna azadiyê bi rê dibe û diyarker e.
Herî dawî ji Meclîsa NAV-KURD’ê Hayrî Oztel axivî û wiha anî ziman: ‘’Şoreşa Rojava şoreşa wan hemû gelan e ku pêgirê mafên mirovan û azadiyê ne. Berxwedana Kurdan a li Rojava hemû hevsengên Rojhilata Navîn serobino kir. Dîsa di Şoreşa Rojava de kedeke mezin a Rêberê Gelê Kurd heye, keda şehîdan û fedekariya wan heye û raza îdeolojiya Apoyî heye ku di nav hemû şert û mercan de li ber xwe dide û qet radestbûnê nizane.’’