Li Meclîsê 4 partiyan tezkereya şer dirêj kirin
Tezkereya operasyona derveyî sînor bi erêkirina AKP, CHP, MHP û Partiya Îyî ve hate dirêjkirin. Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy got: “Li şûna krîza aborî şer gotûbêj dikin.”
Tezkereya operasyona derveyî sînor bi erêkirina AKP, CHP, MHP û Partiya Îyî ve hate dirêjkirin. Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy got: “Li şûna krîza aborî şer gotûbêj dikin.”
Meclîs, karê yekem ê xebata sala nû tezkereya şer kir rojeva xwe. Rayeya operasyona derveyî sînor bi dirêjkirina salekê hate nîqaşkirin. Tezkere ji aliyê AKP,MHP, CHP û Partiya Îyî ve hate erêkirin.
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Hişyar Posoy mafê axaftinê girt û got: “Divê niha ne li ser dirêjkirina tezekereya şer li ser krîza aborî gotûbêj bikira. Li şûna em li ser kargehên îflas dikin, zem, mirovên întixar dikin, malbatên belav dibin, li ser aborî û kiryarên ku buceyê tine dike baxivîba, niha tezkereya şer gotûbêj dikin. Em rewş ne ti rewş e. “
Bi vî awayî operasyona derveyî sînor heta 30’ê Cotmeha 2019’an dirêj bû.