Li Marsîlyayê konferansa Kurd: Ji wan nehat ku îradeya gel teslîm bigirin
Li Marsîlyayê, di konferansekê de komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin nirxandin.
Li Marsîlyayê, di konferansekê de komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin nirxandin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, tevî saziyên Fransayê Konferansa Kurd hate lidarxistin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Farûk Dorû, ji televîzyona Med Nûçe Heval Arslan û li ser navê 'Kolektîfa Piştgiriya Kurdistanê' Joel Dûtto weke qiseker beşdarî konferansê bûn.
Sariyildiz qala komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê kir û got, "Niha bajarekî bi navê Şirnexê nîne. Her tişt kirin, lê ji wan nehat ku îradeya Kurdan teslîm bigirin."
Rojnamevan Heval Arslan jî bal kişand ser girtina televîzyonên Kurd ên li Ewropayê bi zexta dewleta Tirk.
Komeke şano ya bi navê Armanc Kerboranî, di konfearnsê de lîstikek li ser feryada dayikeke li Cizîrê zarokê xwe ji dest dayî, nîşan da.