Li Marsîlya salvegera damezirîna PKK'ê hate pîrozkirin
Li Marsîlaya ya Fransayê salvegera 41'ê ya PKK'ê hat pîrozkirin.
Li Marsîlaya ya Fransayê salvegera 41'ê ya PKK'ê hat pîrozkirin.
Li Marsîlya ya Fransayê bi organîzeya Tevgera Ciwanên Şoreşger salvegera damezirîna PKK'ê ya 41'an bi meşeke bi xetîre hate pîrozkirin.
Nêzî 100 ciwanê ku li Marîanê hatin cem hev, salvegera PKK'ê pîroz kirin. Ciwanan xetîre hilgiritin û bi fîşekên hewayî salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz kirin. Di meşê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin gotin, bi nivîsa ''Li Rojhilata Navîn ji bo aştiyeke mayin ji Ocalan re azadî'' pankartek hildan, her wiha posterên Ocalan û alayên PKK'ê hatin libakirin.
Piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger Marsîlyayê axaftinek kir çalakî bi dirûşma 'Bijî Serok Apo'', bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê bidawî bû.