Li Marîgnanê protestoya tecrîdê
Li Marîgna ya Fransayê ciwanên Kurd tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li Marîgna ya Fransayê ciwanên Kurd tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tê şermezarkirin.
Li Marîgnanê ya Fransayê endamên Ciwanên Azad bi meşekê tecrîda li ser rêberê gelê Kurd şermezar kirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ji 2016'an ve ti agahî ji Ocalan nayê stanin û hate gotin ,''li hemû deverên Ewropayê em ê li ser piyan bin''.
Piştî ku hate gotin Şemiyê li Place Canabîereyê wê çalakî were kirin û bang hate kirin ku hemû Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bibin çalakî bi dawî bû.