Li Malezya deshilatdariya 56 salan neguherî

Li Malezya deshilatdariya 56 salan neguherî

Komîsyona hilbijartinê ya Malezyayê da xuyakirin, ku di encama hilbijartinê doh ên giştî de, Eniya Netewî ya li deshilatdariyê careke din bi ser ket.

Ji 18 mîlyon şêniyên Malezyayê, doh 10 mîlyon jê ji bo hilbijartinên giştî yên parlamentê çûn ser sindoqan.

Ji sedî 80'ê şêniyên welêt, ji bo parlamentera ji 222 kursiyan eşkere bikin, dengê xwe bikar anîn.

Komîsyona hilbijartinê ya Malezyayê da xuyakirin, ku Eniya Netewî ya bi pêşengiya Necîp Rezak, ku ev 56 sal in li ser deshilatdariyê ye, zêdehiya dengan wergirtiye û 135 kursiyên li parlamentê bi dest xistiye. 

Hat ragihandin, ku bloka mûxalefeta bi pêşengiya Enver Îbrahîm jî 89 kursiyên li parlamentê wergirt. 

Bloka mûxalefetê ya bi dirûşma "Ji nijadperestî û bertilxwariyê re na" ket hilbijartinan îddîa dike, ku di hilbijartinê de karên ne li rê hatine kirin. 

Serokwezîr Necîp Rezak jî diyar kir, ku divê her welatiyên Malezyayî serketina Eniya Netewî qebûl bike.

Rezak îddîa kir, ku ewê ti carî li hemberî rexneyên li partiya wan tên kirin, serê xwe netewînin.