Li Luzernê ji bo Karadere bernameya bîranînê

Li Luzern a Swîsreyê ji bo welatparêzê Kurd Okkeş Karadere ku jiyana xwe ji dest dabû, bernameyeke bîranînê hate lidarxistin.

Okkeş Karadere ku li nav Kurdên Luzernê pir dihate hezkirin û nêzî 30 salî di nav têkoşîna gelê Kurd de mabû, şevê din li nexweşxaneya ku lê dihate tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Ji ber sedema ku Karadere jiyana xwe ji dest da Kurd pir xemgîn bûn.

Ji bo Karadere li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Di bernameyê de gelek Kurdistanî amade bûn. Di axaftinan de hate gotin Karadere heta mirina xwe jî bi fedakarî û kedeke bêhempa di nav têkoşîna gelê xwe de bûye û welatparêzekî mînak bûye.

Li ser navê malbatê jî di axaftinan de hate gotin ku Okkeş Karadere mirovekî dilberz, Kurdekî çak û girêdayî xak û welatê xwe bûye.

Cenazeyê Karadere yê ku ji Pazarcikê bû, sibehî wê ber bi Dîlokê ve were birêkirin û li vir bi merasîmekê were veşartin.