Li Lubnanê şerê mezhebî: 17 kes mirin

Li Lubnanê şerê mezhebî: 17 kes mirin

Li bajarê Seyda yê Lubnanê di navbera yekîneyên Artêşa Lubnanê û alîgirên şêxê Sunî yê bi navê Ehmed El-Esîr ku bi dijberiya Hîzbullahê tê nasîn, pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Lubnanê de hatine weşandin, duh komeke ser bi şêxê Surî yê bi navê Ehmed El-Esîr êrîşî benda kontrolê ya Artêşa Lubnanê ya di navbera bajaroka Ebra û bajarê Seyda de kirin û di encamê de gelek leşker hatin kuştin û birîndarkirin. 

Piştî êrîşê di navbera çekdarên El-Esîr û hêzên Artêşa Lubnanê de pevçûnan rû dan. Hate diyarkirin ku di encama van pevçûnan de jî kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Lubnanê di pevçûnan de 15 leşker û 2 çekdar hatin kutin û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku alozî didome.