Li Lozanê çalakiya hevgirtinê ya ji bo Şirnexê

Li Swîsreyê li bajarê Lozanê çalakiya hevgirtinê ya ji bo Şirnexê hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên jinên girtî yên ji bo hevgirtina Şirnexê hatin pêşandan û projeya avahiyan a 1100 xaneyî hate danasîn.

Li bajarê Lozanê çalakiya hevgirtinê ya ji bo Şirnexê hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên jinên girtî yên ji bo hevgirtina Şirnexê hatin pêşandan û projeya avahiyan a 1100 xaneyî hate danasîn.

Heyva Sor Swîsre û saziya Bi hev re çalakî li dar xist û gelek sazî û dezgehên Swîsreyî beşdar bûn. Di heman de şahidên zindî yên bodrûmanên wahşetê yên Cizîrê parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Metîn Findik beşdar bûn.

Di çalakiyê de projeya avahiyan a 1100 xaneyî bi slaytê hate danasîn.

FINDIK: QETLÎAMA CIZÎRÊ BI VEGOTINÊ NAQEDE

Metîn Findik ê ku di bodrûmên Cizîrê de şahidê zindî bû got ku, “Heke em çiqasî qala wahşet û hilweşandina Cizîrê bikin jî ew ê têr neke. Me modela Srîlankayê her dem dibihîst. Lê zimanê me nagere ku em qala qetlîamê bikin. Van kesan ji bo me û ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe dan.”

SARIYILDIZ: LI CIZÎRÊ SÛCÊ MIROVAYETIYÊ HATE KIRIN

Faysal Sariyildiz ê HDP’yî jî got, “Dewleta Tirk li Cizîrê sûcê mirovayetî û şer kiriye. Her kesê ku dibêje ez mirov im, divê li hemberî vê qetlîamê bêdeng nemîne. Ev qetlîam li dijî hemû nirxên mirovayetiyê û rûmeta mirovayetiyê hatiye kirin.”

Piştî pêşandana wêneyan a ku jinên girtî ji bo piştgiriya Şirnexê çêkiribûn, çalakî bi dawî bû.