Li Loristanê qeymeqamtî, navenda besîc û polîsan hatin şewitandin

Piştî ku hzên rejîma Îranê yên ku li bajarê Dirûd ê eyaleta Loristan a Rojhilat 2 çalakvan qetilkirin û şûnde gel qeymeqamtî û navenda Besîcê şewitandin.

Piştî ku hêzên rejîma Îranê li bajêr Dirûd ê girêdayî eyaleta Loristan a Rojhilatê Kurdistanê 2 çalakvan qetilkir û şûnde gel qeymeqamtî û navenda Besîc (komên peremilîter ên girêdayî rejîmê) dan ber agir.

Li bajarê Dirûd ê Loristanê yê Rojhilat di çalakiyê saetên şevê de hate kirin hêzên rejîmê gule li gel reşandin û 2 çalakvan qetilkirin û 1 jî birîndar kirin.

Hatibû ragihandin ku piştî êrîşê çalakvanan avahiya polîsan dabûn ber agir. Çalakiyên li bajêr dewam dikin.