Li Loristanê 2 çalakvan hatin qetilkirin

Hêzên rejîma Îranê, li bajarê Dirûd a eyaleta Loristan a Rojhilat 2 çalakvan qetilkirin.

Li Rojhilat û Îranê di çalakiyê gel ên ev 3 roj in dom dike de hêzên rejîmêê li eyaleta Loristanê 2 çalakvan qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li bajarê Dirûd ê Loristanê yê Rojhilat di çalakiyê îşev hatin lidarxistin de hêzên rejîmê yên gule li gel reşandin 3 kes birîndar bûn. Ji kesên bûn hedefa guleyan 2 kes hatin qetilkirin.

Piştî êrîşa ku têde 2 kes hatin qetilkirin û şûnde hat ragihandin ku çalakvanan avahiyên polîsan dane ber agir. Çalakiyên li bajêr dewam dikin.