Li London û Bringhtonê êrîşên li ser Efrînê hatin protestokirin

Êrîşên talankirin û qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê li paytext Londra ya Îngiltereyê bi çalakiyeykê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Sefaretxaneya Îngiltereyê kom bûn, demekê rê li çûn û hatinê girtin û piştre ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.

Girseya ku li ser rêyên herî qelebalix rê li tirafîkê girtin, li Qada Trafalger û Picadilyê rê li trafîkê girtin, çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Di tevahî rê de axaftin hatin kirin û dirûşim hatin qîrikrin.

Girseya ku heta pêşiya BBC’ê meşiyan çalakiya xwe didomînin.

Li bajarê Brighton ê Îngilteryê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk protestokirin.

Çalakiya ku her diçe hejmara welatiyan zêde dibe dewam dike.