BI DÎMEN

Li London, Nantes û Marsîlyayê çalakî û panel

Li paytexta Îngilîstan London û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin. Li Nantesê jî li ser mijara ji nû ve avakirina Kobanê panelek hat lidarxistin.

Li paytexta Îngilîstan London û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin. Li Nantesê jî li ser mijara ji nû ve avakirina Kobanê panelek hat lidarxistin.

LONDON

Kurdistaniyên li paytexta Îngilîstan Londonê dijîn, danê êvarê meşek lidar xistin. Di meşê de dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re azadî" hat qîrîn û belavokên bi zimanê Îngilîzî hatin belavkirin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser taybetmendiyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Nelson Mandela yên dişibin hev. Li ser navê Ciwanên Azad UK jî daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, heta azadiya Ocalan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer, panelek li ser ji nû ve avakirina Kobanê hat lidarxistin. Panel ji aliyê Fransiyan ve hat organîzekirin û endamên Îcorê yên çûn Kobanê qala xebatên xwe yên li Kobanê û jiyana li herêmê kirin. Endamên Îcorê dan zanîn, ku ew li karê çêkirina Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Heyva Sor a Kurdistanê xebitîne û gotin, ew ê dîsa biçin Kobanê.

Di panelê de têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û berxwedana jinên Kurd bi sînevîzyonekê hate nîşandan. Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer Ferdî Bîngol li vir axivî û destnîşan kir, ku ew bala gelê Fransayê ya li Rojava ye, gelekî hêja dibînin û spasiya xwe pêşkêş kir. Bîngol di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên desthilatdariya AKP'ê yên li Kurdistanê.

Di dawiya axaftina xwe de Bîngol got, "Kobanê bi ser ket. Lê belê dewleta Tirk li Sûr, Cizîr, Nisêbînê bi sedan Kurd qetil kir. Ev şer hê dewam dike. Girîng e dostên me yên li Ewropayê dijîn bi me re bin. AKP'ê niha destê xwe dirêjî vîna gel Şaredariyan kiriye. Nabe ku ev rewş ji nedîtî ve were. Lazim e Yekîtiya Ewropa hemû têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bisekinîne."

MARSÎLYA

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li meydana Vîeûx Port a li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi heman armancê mîtîngek lidar xist. Partiya Komunîst a Fransayê, sendÎkaya CGT û gelek saziyên din ên civaka sivîl tevlî mîtîngê bûn. Li qada mîtîngê belavok hatin belavkirin û qisekeran bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike.