Li Lîege û Hîldesheîmê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Lîege yê Belçîkayê û li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lîege, ji bo azadiya Ocalan meşek lidar xist. Kurdên li meydana li ber komeleyê li hev civiyan, dest bi meşê kirin. Ji ber ku hewldana provokasyonê ya faşîstan, demeke kurt rewşeke aloz rû da. Piştî destwerdana polîsan, Kurdistaniyan meşa xwe dewam kirin.

Di meşê de dirûşmên "Faşîst Tirkiye", "Kujer Erdogan", "DAIŞ Erdogan" û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn. Her wiha belavokên li ser mijarê hatin belavkirin.

Li meydana Saît Leonard jî mîtîng hat lidarxistin. Li vê derê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê jî, bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" kon hat vedan. Li binê vî konê li navenda bajêr, gelek belavok hatin belavkirin û banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê hat kirin. 

Ev çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve tê organîzekirin, wê ji niha û pê ve her hefte roja Înê saet di navbera 14:00-19:00 de li Jakobîkîrchgasseyê were lidarxistin.

...