Li Licê rewşa aloz didome

Li Licê rewşa aloz didome

Li navçeya Licê ya Amedê gundê Kerwas ku dibistana ji bo dersa Kurdî bê dayîn hat asta temamkirinê, di saetên sibê de Qeymeqam û personelên Tapo Kadastroyê bi leşkeran re ji bo li dibistanên lêkolînan bikin hatin gund û li ser vê yekê alozî derket. Gel bi keviran bersiv da leşkeran û rayedarên Qeymeqamtiyê û leşker neçar man vekişin.

Li ser bûyera ku hate jiyîn leşker bi wesayîtên zirxî li ser rê sekinin û li herêma Qereqola Duru jî  rêya Amed-Licê ji aliyê leşkeran ve li trafîkê hat girtin.

Li rêya bejayî tevgera leşkerî didome û hate îdîakirin ku leşker ji bo ewlehiya rayedarên Qeymeqamtî û personelên Tapo Kadastoryê hatine herêmê.