Li Licê operasyona bejayî û hewayî dest pê kir
Li Licê operasyona bejayî û hewayî dest pê kir
Li Licê operasyona bejayî û hewayî dest pê kir
Li sêgoşeya navçeyên Lice, Hênê û Darahênê serê sibê bi tevlêbûna leşkeran û helîkopteran operasyonek berfireh hat destpêkirin. Operasyona li derdora gundê Çemê Elikê hat destpêkirin didome.
Li segoşeya navçeyên Lice û Hênê yên Amedê û navçeya Dara Hênê a Çewlikê bi tevlêbûna leşkeran û piştgiriya helîkopteran serê sibê operasyon hat destpêkirin. Operasyona saet di 06.00'an de li derdora gundê Cemê Elikê (Birlik) hat destpêkirin berfireh dibe û didome.
Rêvebrên BDP'ê yê Liceyê u gelek welatî piştî operasyon hat destpêkirin li hev kom bûn û ber bi herema operasyonê de derketin rê. Serokê BDP'a Licleyê Harun Erkuş, bang li her kesi kir û xwest dengê xwe bilind bikin.