Li Lîbyayê pevçûn giran dibin
Li Lîbyayê pevçûn giran dibin
Li Lîbyayê pevçûn giran dibin
Li Lîbyayê, pevçûnên di navbera yekîneyên leşkerî yên ser bi hikûmetê û hêzen mîlîs de destpê kirin, dewam dikin.Mîlîsên bi navê Tûgaya Teyrên Mîsrata hin nuqteyên leşkerî yên li rojhilatê Trablûsê bi dest xistin. Di pevçûnan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hikûmetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û rewşa awarte îlan kir. Di daxuyaniya ji odeya operasyonê de hat gotin, "rewşa awarte, li gel ewlekariya giştî ji bo ewlekariya jiyana sivîlan" hatiye îlankirin.
Hat ragihandin konvoya mîlîsên Tûgaha Teyrên Mîsrata yên bi çekên giran duh êvarê ketin ser rê, xwe gihandin bajarokê Tacûra yê li ketina rojhilat a Trablûsê û hin nuqteyên kontrolê yên leşkerî bi dest xistin. Hat hînbûn ku di dema pevçûnan de li gorî agahiyên destpêkê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di vê navberê de hat ragihandin ku li bajarê Sîrte yê li rojhilatê Trablûsê navenda ku avahiyên dozgerî û dadgehan lê ne, rastî êrîşa komeke çekdar hat.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku odeya operasyonê ji bo têkûzkirina ewlekariyê û radestkirin sûcdaran ji bo edaletê, bi serokatiya fermandariya giştî, wezareta karên hundir, saziyên civakî yên sivîl û mirovên aqilmend re bi koordîneyî dixebitin.
Li Lîbyayê rojaj Înê li hemberî xwepêşandaneke ji bo hêzên mîlîs ji paytextê derkevin êrîşek hatibû kirin û di encama pevçûnên piştî vê êrîşê de di nava 24 saetan de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 400 kes jî birînda bûbûn.