Li Lîbyayê çeteyên dewleta Tirk li hev dan

Endamên koma çeteyên Lîwa Sîqur Şimal a ku dewleta Tirk ew şandibûn Lîbyayê li hev dan.

Endamên koma çeteyên Lîwa Sîgur Şimal a ku dewleta Tirk ew şandibûn Lîbyayê li hev dan.

Hate diyarkirin ku di 16’ê Tîrmehê de komek çeteyên Lîwa Sîqur Şîmal a bin fermandariya serçete Hesen Xîre bi çekên ferdî li hev dane.

Li gorî çavkaniyên herêmî ev çete bi qasî 6 meh in, meaş nastînin.

Hate diyarkirin ku di şer de 2 çeteyên bi navê Enwar Ebû Muhammed (1981) û Basil Eyub (1970) yên ji Îdlîbê mirine û gelek çete jî birîndar bûne.