Li Libnanê pîrozbahiya Newrozê
Li Libnanê pîrozbahiya Newrozê
Li Libnanê pîrozbahiya Newrozê
Kurdistaniyên li Libnanê tevî astengiyan jî duh Newroz pîrozkirin û bi hezaran li qada nû ya Newrozê kombûn. Di pîrozbahiyê de li Peyama Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate guhdarîkirin.
Tevî ku dewletê beriya pîrozbahiyê bi 12 saetan biryar da ku cihê Newrozê were guhertin, lê Kurdistaniyên li Libnanê bi hezaran li Parka Elnesir li herêma Multeqa Elnehrên ya paytexta Libnan Beyrûtê kombûn û Newroz pîroz kirin.
Sahneya Newrozê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên her 3’ê siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin û alên kurdî hatibû xemilandin. Di pîrozbahiyê de li Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku di Newroza Amedê de hate xwendin û Peyama Serokê Konseya Rêvebirê ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Murat Karayilan hate guhdarîkirin. Her wiha peyamên TEV-DEM, PYD û Yekîtiya Star jî hatin xwendin.
Hunermend Sosin û Cewad Merwanî tevlî coşa Kurdistaniya bûn û coşek mezin dan pîrozbahiyê. Her wiha Koma Welatê Rojê, koma Şehîd Bêrîtan stran, govend û şano pêşkêş kirin.