Li herêma Bekka ya Libnanê 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê ji aliyê Kurdan ve hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hate gotin ku, damezirandina PKK’ê ji bo gelê Kurd bûye zayînek.
Bi boneya 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê Kurdên li Libnanê jiyan dikin li herêma Bekkayê şahiyek ya pîrozbahiyê li darxistin. Di şahiyê de hat gotin ku, bi damezrandina PKK re rihê berxwedan û têkoşîna netewî li çar aliyên Kurdistanê zindî bû.
Piştî bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê nûnerê Tevegra Civaka Demokratîk axaftinek kir û got, damezrandina PKK ji bo gelê Kurd bûye roja zayîneke nû. Di axaftinê de hat gotin ku, bi PKK’ê re gelê Kurd ji zilma dehê salan hat rizgarkirin û bû xwedî jiyaneke bi rûme û nasnameyeke azad.
Nûnerê Tev-Demê anî ziman ku, bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerên mîna Heqî Karek, Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmûş û bi hezaran cangoriyê azadiyê, rihê berxwedanê li her devera Kurdistanê belav bû.
Her wiha hat diyar kirin ku, tevî êrîşên hêzên navneteweyî û hewldanên komploger jî, gelê Kurd bi pêşengiya PKK’ê ji doza xwe ya azadiyê dûr neket. Nûnera rêxistina Yekîtiya Star jî destnîşan kir ku, bi derketina PKK’ê jina Kurd bû pêşengiya têkoşîna azadiyê.
Piştî axaftinan, şahiyê bi stran û gerandina govendê bidawî bû.