Li Lavrîoyê Meclîsa Jin û Ciwanan hate îlankirin

Li Yewnanistanê li bajarê Lavrîoyê Meclîsên Jinan û Ciwanan hatin îlankirin.

Li Kampa Lavrîoyê di pêngava “Serî Hilde” de bi dehan ciwanên welatparêz hatin gel hev û diyar kirin ku rêya şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zilma li Kurdistanê xwerêxistinkirin e û di pêvajoya pêş me de ew ê ciwan her dem li qadan bin û Meclîsên Ciwan û Jinan îlan kirin.

Li ser navê meclîsê Soro Yildiz axivî û diyar kir ku çeteyên faşîst ên talanker ligel ku hemû derfetên xwe bi kar anîne jî nikaribûna îradeya li Kurdistanê bişkînin.

Yildiz bal kişand ser têkoşîn û berxwedana li Cizîr, Sûr û Nisêbînê û got, “Roja tolhildana sivîl û şervanan hatiye yên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane. Em li ser rêya Rêbertiya xwe sozê didin ku em ê girêdayî vê têkoşînê bin. Ji bo tolhildana Haci Lokman Bîrlîk û Dayîka Taybet divê ciwan înîsiyatîfê bigirin û li qadan bin.”

Piştî axaftinana  Meclîsên Ciwan û Jinan hatin îlankirin.