Li Lavrîoyê ciwan ji bo Ocalan meşiyan
Meclîsa Ciwanan a Lavrîoyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a Lavrîoyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xistin.
Li Yewnanistanê li bajarê Lavrîoyê çalakiyên di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de didome. Meclîsa Ciwanan a Lavrîoyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xistin.
Bi sedan kes li pêşiya Kampa Lavrîoyê kom bûn û posterên Ocalan û alayên Kurdistanê hildan û bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Serî Hilde’ heta qada Îlgatîosê bi meşaleyan meşiyan.
Piştre li ser navê Meclîsa Ciwanan a Lavrîoyê Soro Yildiz axivî. Yildiz di axaftina xwe de tecrîda li ser Ocalan û êrîşa li ser gorên şehîdên azadiyê yên Kurdistanê şermezar kir.
Yildiz got ku, “Dewleta Tirk a dagirker bi tank û topan nikare azadî û berxwedana Kurdan bişkîne. Divê faşîzm bizanibe ku em fedaiyên Rêber Apo û hevrêyên Mazlûm û Kemalan in. Tişta pêwist dike ev e ku, em Rêbertî baş fêm bikin û berxwedana xwe geştir bikin. Em ciwan û gelê Kurd, em ê bi berxwedanê bersivê bidin van êrîşan.”
Piştî axaftinê çalakvan bi meşaleyên xwe ber bi Kampa Lavrîoyê ve meşiyan.