Li Lavrîonê li dijî komployê meşa ji bo sê rojan dest pê kir

Li herêma Lavrîonê ya li başûrê rojhilat ê paytexta Yewnanîtan Atînayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşek ji bo sê rojan dest pê kir.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurdistanê tê lidarxistin û li kampa penaberan a Lavrînê dest pê kir.

Meş bi dirûşma "Dem hatiye, serî hilde, tecrîdê bikişîne, faşîzmê hilweşîne, Rêber Apo azad bike" pêk tê û bi sedan kes tevlî bûn.

Meşvan bi posterên Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YPG'ê dimeşin. Di heman demê de polîtîkayên dewleta Elman ên krîmînalîzekirna Kurdan hate şermezarkirin.

Di meşê de li ser armanca çalakiyê belavok tên belavkirin, sirûdên şoreşgerî û stranên Kurdî tên gotin.