Li Kurdistanê terora polîsan: 11 kes hatin binçavkirin
Li Kurdistanê terora polîsan: 11 kes hatin binçavkirin
Li Kurdistanê terora polîsan: 11 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên protestoyên Kobanê dikin hincet di bêqanûniyan de sînoran nas nakin. Di serdegirtinên malan ên li Erxenî, Îdir û Bazidê de 11 kes hatin binçavkirin.
LI AMEDÊ NE BIRYARA LÊGERÎNÊ NE JÎ AGAHÎ
Polîsan di seatên serê sibê de bi ser Komeleya Welatiyên Azad ên Amedê de girtin. Polîsan deriyê komeleyê şikandin û lêgerîn pêk anîn. Li Erxeniyê jî 3 welatî hatin binçavkirin
Polîsên Amedê seat di 04.00'an de bi ser Komeleya Welatiyên Azad a liTaxa Lalabey a Sûra Amedê ye de girtin. Polîsan deriyê komeleyê şikandin û li komeleyê lêgerîn pêk anîn. Polîsan nava komeleyê tarûmar kirin û posterên ku li komeleyê bûn jî bi xwe re birin. Emdanê komeleyê Mehmet Kizgin diyar kir ku dema ku ev hatine komeleyê polîsan hundirê komeleyê tev xira kirine. Kizgin anî ziman ev êrîşên ku li ser malên gel hatine kirin nayên qebûlkirin.
Her wiha polîsan bi ser Komeleya Welatiyên Azad a Hasirliyê de jî girtin û li komeleyê lêgerîn pêk anîn. Wexta ku sedema lêgerînê ji polîsan hat pirsîn wan jî bersiva "Em li çekan digerin" dan. Hat ragihandin ku polîsan heqaret li Rojavayiyên li komeleyê kirine.
Polîsan li Taxa Şîrînevler a Erxeniya Amedê jî bi ser gelek malan de girtin û li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê ji heman malbatê Taner û Şahan Çalişkan û welatiyê bi navê Abdullah Duman binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan.
DÎSA POLÎSAN HÊZÊN TAYBET DÎSA BÊHIQÛQÎ
Li bajarê Îdir ê Bakurê Kurdistanê bi beşdariya tîmên taybet li taxên Ozgur, Karaagaç û bajarok Halfelî bi şev operasyonên hemwext hatin lidarxistin. Di operasyonan de zarokê bi navê Y.A. (17), Sînan Çelebî (25), Kenan Duman (20) û du kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku ew kes bi sedema tevlî çalakiyan bûne hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.
LI BAZIDÊ 3 BINÇAVKIRINÊN BÊ SEDEM
Polîsan danê sibehê li Bazidê girtin ser gelek malan. Sedema operasyonê ku nehat zanîn, polîsan Resul Taşdemîr, Murat Nakuş û Murat Polat binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bazidê.