Li Kurdistanê jiyan rawestiya
Li Kurdistanê jiyan rawestiya
Li Kurdistanê jiyan rawestiya
Bi boneya 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin, li hemû bajar û navçeyên herêmê jiyan rawestiya û kes neçû ser kar. Dibistan hatin boykotkirin û maşîne derneketin trafîkê. Esnaf neçûn ser kar. Li Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih, Şirnex, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş, Qers, Îdir û gelek bajar û navçeyên wan welatiyan cilên reş li xwe kirin û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Welatiyên ku neçûn ser kar li qadên ku çalakî û meş bên lidarxistin hêdî hêdî kom dibin. Dê di saetên pêş de meş û xwe pêşandanên girseyî bên lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê ji bo 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin, li seranserî bajêr esnafan derabeyên xwe venekir û neçûn ser kar. Esnafan bi girtina derabeyan 15 Sibatê ku wek roja reş tê zanîn şermezar dikin. Di serî de li kolana Gulistan û Amedê, li navenda sûkê û li kûçeya hunerê ku cihên diyarin bi tevahî derabe girtîne. Li taxên wek Yavuz Selîm, Baglar û hemû taxên tenişta navenda Êlihê jî esnafan derabeyên xwe venekirine. Tê xuyakirin ku, li kolan û kuçêyên Êlihê bê dengî serdeste. Hate hîn bûn ku, li gelek cihan xwendekar neçûne dibistanê û ders boykot kirine. Hate zanîn ku, li gel navenda Êlihê li navçeyên wê jî gelek esnafan derabeyên xwe venekirine û neçûne ser k
AMED
Li Amed û hemû navçeyên wê li ser banga BDP'ê kes neçû ser kar û dikan venekirin. Beriya meşa ku li taxa 5 Nîsana Rezan pêk bê niha bêdengiyek heye. Meş dê di demjimêr 13.00'an de dest pê bike û Li seranserî bajar û navçeyên navendî dikan nehatin vekirin û kes neçûn kar. Maşîneyên zirşî li nava bajar digerin. Li navçeyên Erxenî, Bismil, Farqîn, Pîranê jî dê bi heman armancê piştî nimêjên înê meşên girseyî bên lidarxistin.
MÊRDÎN
Li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Derik û Şemrexê jî bi heman armancê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li navçeyên ku zarok ji neçûn dibistanan bêdengî serdeste. Li van navçeyan jî pişti nimêjên înê dê meşên girseyî bên lidarxistin.
ŞIRNEX
Li Şirnex û navçeyên Şirnexê Silopî, Cizîr û Hezexê jî bi heman armancê bêdengiyek mezin serdeste û kes neçûn ser kar û derneketin kolanan. Li vir jî zarok neçûn dibistanan. Di demjimêrên nîvro de piştî nimêjên înê dê meşên girseyî bên lidarxistin.
Li navçeyên Pirsûs, Wêranşar, Serêkaniyê yên Rihayê, Wan û navçeyên Elbak, Qelqelî, Erdîşê yên Wanê, Colemêrg û navçeyên Çelê, Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê, Agirî û navçeyên wê, Muş û navçeyên Kop, Gumgum, Melezgîrt yên Mûşê, Qers û navçeyên Kaxizman û Dîgorê yên Qersê û Îdirê welati neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li van navendan jî dê di demjimêrên nîvo de dê meş û xwepêşandan bên lidarxistin.