Li Kurdistan û Tirkiyeyê Qetlîama 19’ê Kanûnê hat lenetkirin

Bi boneya salvegera qetlîama 19’ê Kanûna 2000’an ku li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehan pêk hat, li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

STENBOL

Di civîna Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê de ku têkîldarî ‘Operasyona Vegera li Jiyanê” li avahiya şaxê pêk hat, daxuyanî ji hêla endama Komîsyonê Hatîce Onaran hat xwendin.

Onaran got, di sala 2016’an de 958 serlêdanên êşkence û miameleya xirab gihiştiye Navenda Giştî ya ÎHD’ê û şaxên wê.

Onaran hin daxwazên xwe wiha rêz kirin;

*Divê rêz ji bo rûmeta mirovahiyê ya tevahî girtiyan bê girtin. Pêwîst e ti girtî di şertên tecrîd û îzolasyonê de neyên girtin.

*Divê berpirsên doza qetlîama 19’ê Kanûnê bên darizandin.

*Divê girtîgeh ji şopandina sivîlan re vekirî be. Pêwîst e ji bo mafê tevahî girtiyên li girtîgehan rêz hebe.

*Divê Girtîgeha Îmraliyê ya kes kesî ku nêzî deh sal in bi şertê tecrîdê mafê mirovan tê binpêkirin, bi mewzûatên taybet tê birêvebirin, bê girtin.

Komaleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TAYAD) jî xwest li ber Girtîgeha Bayrampaşayê daxuyaniyek çapemeniyê bide. Lê, polîsan ev asteng kirin û li ber Stasyona Metroyê ya Sagmalcilar dorpêç kirin, nasnameya welatiyan kontrol kirin, lêpirsîna GBT’ê kirin. Her wiha, nehiştin xizmên girtiyan ên hatin vir biçin li ber Girtîgeha Bayrampaşayê. Li gel vê, polîsan li GBT a nûçegîhanan jî nêrî.

HDK: EM PIŞTGIRIYA GIRTIYAN BIKIN

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî bi daxuyaniyek nivîskî qetlîam şermezar kirin û got; “Ji bo li girtîgehan qetlîamên nû çênebin, em banga piştgiriyê li her kesên ku alîgirên demokrasiyê, aştiyê dikin.”

ÎZMÎR

Têkîldarî qetlîamê li Îzmîrê jî ji hêla Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, Platforma Hêzên Ked û Demokrasiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Însiyatîfa Piştgiriya Girtîgehan, Komaleya Dersîmiyan a Îzmîrê, Yekgirtina Ciwanên Şoreşger, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), BDSP û ÎMECE-DER’ê daxuyaniyek hevpar hat dayîn.

Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend, qetlîama 19’ê Kanûnê şermezar kir û destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî girtiyan miamelaya xirab û êşkence dewam dike, sala 2016’an jî 958 kesî serlêdana êşkence û miameleya xirab li ÎHD’ê kirine.

AMED

Li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî civîna çapemeniyê hat lidarxistin û hat xwestin ku berpirsên Qetlîama 19’ê Kanûnê bêne darizandin.

EDENE

Di salvegera Qetlîama 19’ê Kanûnê de li Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê civînek çapemeniyê hat lidarxistin û gelek parêzer tevlî bûn.

Hat gotin ku divê tecrîd û îzolasyon li dijî ti girtiyan pêk neyên.

DERSÎM

Endamên Yekgirtina Hêzê ya Ji Bo Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê jî bi boneya Qetlîama Girtîgehan a 19’ê Kanûnê û Qetlîama Mereşê li avahiya Rêxistina Federasyona Mafên Demokratîk a Bajêr civîna çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de Parlamenterê Dersîmê yê HDP’ê Alîcan Onlu, nûnerên DBP, HDP, DHF, Partizan û EMEP’ê amade bûn. Endama DHF’ê Gîzem Yamaç daxuyanî da û diyar kir ku polîtîkayên zext, zilm, qetlîamê nêzîkatiyên dîrokî û rojane yên dewleta Tirk a faşîst e.”

Yaman, bi bîr xist ku bajarên girîng ên Kurdistanê bi destê desthilatdariya îro hatiye hilweşandin û got; “Bi demografiya wê dilîzin û gefan li Elewiyan dixwin. Ev êrîş giştî û pêkhateyên faşîst tenê dikare bi eniya têkoşîna hevpar a gelan bê şikandin.”

Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu jî qetlîam şermezar kirin, got, li dijî eniya faşîst divê tevgerek hevpar çêbibe û berxwedanek mezintir bê nîşandan.

Li Wan û Êlihê jî endamên ÎHD’ê bi daxuyaniyan Qetlîama 19’ê Kanûnê protesto kirin.