Li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê hate protestokirin

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hate protestokirin.

Li bajarên Semsûr, Bedlîs, Dersim ên Kurdistanê û bajarê Stenbolê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hate protestokirin.

SEMSÛR 

Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Semsûrê û Tevgera Jinên Azad jî li Semsûrê li Parka Demokrasiyê daxuyanî dan û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji xiyanet û hevkariyê re na” hatin berzkirin.

 Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Yusuf Ozperçîn daxuyanî xwend û êrîşan şermezar kir.

BEDLÎS

Rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîsê jî li navçeya Tetwanê li êrîşên li ser Başûr protesto kir. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiyê pêk hat û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk daxuyanî da û êrîş şermezar kirin û got ku ew nahêlin axa Kurdisatnê were dagirkirin.

DERSIM

Rêxistina DEM Partiyê ya Dersimê jî li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û êrîş protesto kir. DEM Partiyê xwest li Kuçeya Hunerê çalakî li dar bixe polîsan xwest asteng bike. Girseyê bi lêdana çepikan astengiya polîsan şermezar kir.

Kesek ku nerazîbûn nîşanî polîsan da hat binçavkirin. Navê kes nehat zanîn.  

STENBOL

Çalakî ango nobeda li dijî qeyûm a li Meydana Şîşxaneya navçeya Beyoglûya Stenbolê ku 39 roj in didome, îro cihê xwe ji şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê re hişt. DEM Partî, partiyên din ên siyasî û rêxistinên sivîl bi dirûşma “Ji dagirkeriyê û xiyanetê re na” çalakî li dar xistin. Nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên wek “Bijî berxwedana Rojava” û "Bimire xiyanet, bijî berxwedan” hatin berzkirin.  

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz daxuyanî xwend û êrîş şermezar kirin û got: “Êrîş li dijî deskeftiyên Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd tên kirin. Êrîş li dijî statûya Kurdistanê ye. Êrîş li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd astengiya herî mezin e.”

Yangoz da zanîn ku PDK ji bo berjewendiyên xwe Herêma Kurdistanî qurbanî Tirkiyeyê dike.

‘BIMIRE XIYANET Û HEVKARÎ’

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî destnîşan kir ku ew ê bi bîr û bawerî li dijî her kesên ku axa Kurdistanê dagir dikin li ber xwe bidin û destûr nedin axa Kurdistanê were dagirkirin. Çîçek, got: “Em gelê Kurd li tevahiya dinyayê li dijî dagirkeriya Kurdistanê bibin yek. Em ê bi têkoşîna xwe xiyanetê têk bibin. Bimire hevkarî û bimire xiyanet.”