Li Krasnadarê komploya 15 Sibatê nelet kirin

Li Krasnadarê komploya 15 Sibatê nelet kirin

Bi boneya şermezarkirin û protestokirina komploya navnetewî ya 15 Sibatê Kurdistaniyên li bajarê Rûsya Krasnadar jiyan dikin di civînekê de hatin cem hev.

Kurdistaniyên li bajarê Krasnadar jiyan dikin îro danê sibê bi boneya şermezarkirin û protestokirina komploya navnetewî ya bi radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyê li hola civînê ya Mala Netewa hatin cem hev. Di civîna gelek Kurdistanî beşdar bûyî de dost  û aligirê Kurdan jî eleqeyek mezin nîşandan. Di civînê de Serokê Otonomiya Kurd ya Çandî Îşxan Ankosî li ser wateya rojê axaftinek kir. Ankosî di axaftina xwe de bal kişand ser lîstikên ku li ser Kurda tê meşan û got. DYE, YE, Îngîlîstan û Îsraîl di vê komployê rolê serekê leyîstine.

Ankosî wiha axivî: “ Hêzên sereke û pêşeng yê komploya 15 Sibatê DYE, YE, Îngîlîstan û Îsraîl e. Her wiha rola Kurdê  hevkar jî di vê komployê de hebû. Berjewendiyên van dewleta di vê komloyê de yê wek aborî û ya yarî girîng jî ew bû ku di pêşengtiya Emerîka de projeya rojihalatanavîn ya mezin bê pirsgirêk xistina jiyanê bû. Aloziya ku li Rojhilata Navîn çê bibe û bi vê re valatiyên ku bên jiyankirin nexwestin ji hêla Kurdan ve yanî ji hêla Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bê dagirtin. Ji ber ku wan jî baş dizanî ku Serok APO siyaseta wan ya Rojhilata Navîn baş dixwîne û li gor wê tevdigere. Ya herî girîng jî serê xwe ji wan re neditewand. Ji ber vê yekê Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re wek gefekê dîtin û ji bo wî dîl bigrin serî li riyê pir qirêj dan. Yê wek komploya navnetewî.”

PARADÎGMA Û FELSEFEYA OCALAN EW VALA DERXISTIN

Ankosî di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser paradîgma û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya nû got: “Serok Apo belkî dîl hatibû girtin lê xwe teslîmî wan nekir. Ji ber vê yekê di zindana Îmralî di bin şert û mercên herî zehmet de bi berxwedaniyek mezin pêvajo baş xwend û li gor pêwîstiyê demê paradîgma û felsefeya hereketa azadiyê guhert. Bi vê guhertinê plan û komploya navnetewî vala derxist.”

BI HAMLEYA 2004

Di dawiya axaftina xwe de Ankosî bal kişand ser hamleya HPG’ê ya di sala 2004’an meha Hezîranê de. Angosî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “komplo ji bo bigihêje armanca xwe serî li her rêbazî dida. Lê komplo vala hatibû derxistin. Vê carê dora pêkanîna stratejiya nûh bû. Ji ber vê yekê hereketa rizgariya gelê Kurd di sala 2004’an meha Hezîranê dawî li agirbestê anî û da diyar kirin ku, ew dest bi berxwedana mezin dikin. Bê gûman ev ji hêla gel ve baş hat xwendin. Ji ber vê yekê di her qadî de gel jî ket nava berxwedaniyek mezin. Li her deverê bi sedhezaran kes kom dibû û bi yek dengî azadî diqîriyan. Bi vê gel da diyarkirin ku, ew ji bo her tiştî amadene. Komplo vala hatibû derxistin û hereketa azadiya gelê Kurd ji her carê pirtir bihêztir bû. Bê gûman çirûskê azadiyê yê li Bakûrê Kurdistanê veketibû bandora xwe li Rojava jî kir. Ger îro li Rojava gelê Kurd wisa bi hêze ev bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Lê neyarê Kurda vê tehamûl nekirin û herî dawî li paytexda Fransa Parîsê bi komployek hovane sê jinên Kurd bi awyekî hovane qetil kirin. Kurd êdî ne Kurdê berê ye serê xwe natewîne. Bila her kes vê wisa zanî be. Bi van komployê hovane PKK lewaz nabe berovajî wê PKK û gel hîn zêdetir nêzî hev dibe û bi hêztir dibe.”   

OCALAN BI LÎSTIKA NAYÊ XAPANDIN

Piştî axaftina Ankosî ji rêvebirê Otonomiya Kurda ya Çandî Arif Azmanî jî axaftinek kir. Azmanî di axaftina xwe de bal kişand ser Komploya navnetewî û got: “hêzên komploya 15 Sibatê plan kirin û pêk anîn bê gûman ji hêla hemû cîhanê ve tê dîtin ku ne gihaştin armanca xwe. Ji ber ku serokê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ne morvekî ji rêzê ye ku bi van listika bê xapandin. Berovajî vê ji vê hêz girt û di milê fikrîde şoreşekî pir mezin kir. Ger îro dewleta Tirk bi awayekî eşkere dibêje em bi Ocalan re hevdîtina dikin, tê wateya ku Serok Apo ne hatiye lîstika wan. Em dîsa dibêjin em wek Kurdên li Rûsyayê jiyan dikin vê komployê şermezar û nelet dikin. Yê ev komplo ji Kurdan re rewa dîtine bila baş bizanin ku Kurd êdî xwe naskirine dostê xwe û dijminê xwe baş naskirine.”

Dostê Kurda yê beşdarî civînê bûne jî li ser komploya navnetewî hêst û nerînê xwe anîn ser ziman. Civîn bi sologanê “Bijî Serok APO” bi dawî bû.

LI SOÇÎ ESNAFA DERABE VENEKIR

Kurdistaniyê li bajarê Soçî jiyan dikin bi boneya salvegera komploya 15 Sibatê  derabeyên dikanên xwe venekirin. Kurdistaniya bi nevekirina derabeyan komploya 15 Sibatê protesto kirin.