Li Kopenhanê pîrozbahiya Newrozê

Li Kopenhanê pîrozbahiya Newrozê

Li paytextê Danîmarka Kopenhagê pîrozbahiyên ku bi agirê newrozê yê li Qada Şaredariyê 20’ê Adarê hatî pêxistin destpê kirî, duh bi şahiya Newrozê bidawî bû.

Şeva ku ji aliyê Navenda Çanda Kurdan DKK-C ya li Danîmarkayê hatî organîze kirin, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mora xwe lêxist.

Hozan Diyar, Xelîl Xemgîn, Kewê, Raman Amarî, Şerko Şad û Şivan Can reng dan şahiyê, her wiha Koma Zagros ya Folklorê jî govendên Kurdistanê lîstin.

Di şahiya şevê de Endamê Partiya Endhedslisten ya Danîmarkayê û Encumenê Şaredariya Kopenhagê Alan Ehmed mafê axaftinê girt,  behsa Newroza Amedê ku tevlîbibû kir. Alan diyarkir ku, “Ez li gel nêzî 2 milyon mirovan tevlî şahiyekê bûm. Peyama li wir pir vekirîbû; şer û kapîtalîzmê şensê xwe bikaranî niha jî dema aştî û sosyalîzmê ye! Em dê niha derfetê bidin hatina demokrasiyê, peyam ev bû. Newroza îsal ji bo min pir taybet bû.”

Ji Înîsiyatîfa Dostên Kurdan ya Danîmarkayê Villo Sigurdsson li ser navê Kurdisk Forumê axivî û daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Sigurdsson got: “Qezencên Kurdan yên li Bakûr bêgûman dê perçeyên din jî bandor bike.”

Li aliyê din jî di şahiyê de li Kopenhagê ji ber tevkariyên ku di xebatên çandî û civakî yên di nava Kurdan de plaket dan hinek welatparêzan.

Îro dê li bajarê Odense yê Danîmarkayê Newroz bê pîroz kirin. Dê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî tevlî pîrozbahiyê bibe.